Gunayê banga dawîn li hilbijêrên li Ewropayê kir
Parlamentera HDP’ê Ebrû Gunay, ji ber ku li Elmanya, Awûstûrya, Fransa, Danîmarka û Luksembûrgê roja dawîn a dengdayînê ye, bang kir ku her kes biçe, dengê xwe bide.
Parlamentera HDP’ê Ebrû Gunay, ji ber ku li Elmanya, Awûstûrya, Fransa, Danîmarka û Luksembûrgê roja dawîn a dengdayînê ye, bang kir ku her kes biçe, dengê xwe bide.
Gunayê, ji bo biçin dengê xwe bidin, bi vîdeoyekê wiha bang li hilbijêrên li derveyê welêt kir:
“Hilbijêrên hêja yên li derveyê welat dimînin!
Sibehê, li Elmanya, Awûstûrya, Fransa, Danîmarka û Luksembûrgê roja dawîn a dengdayînê ye. Her dengekê hûn ê bidin, wê bi kêrê guhertina desthilatê û karkirina me ya parlamenterekê/î bê. Lewma, dibe ku mirov hinek biweste, li ber sefaretxaneyan bisekine lê sibehê teqez biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.
Ji bo Partiya Çepên Kesk kar bike, divê em li her derê biçin ser sindoqan. Bi taybetî, hilbijêrên me yên li derveyê welêt, bila sibehê teqez biçin û dengê xwe bidin. Bi dengekê ku mirov bide, wê li vî welatî gelek tişt biguherin.
Wê ji xêra demokrasiyê re be. Jin û ciwan, em ê kar bikin.
Em biçin ser sindoqan û mohra xwe li bin dara Partiya Çepên Kesk bixin.”